Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerê HDP'ê yê li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (SYK) Mehmet Ruştu Tîryakî têkildarî jimartina dengan li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.
Tîryakî diyar kir ku li Colemêrgê wan bi dengên derveyî welat 3 parlamenteran wergirtiye û li ser hin sindoqan îtîraz hene. Tîryakî destnîşan kir ku namzetên AKP’ê yên Colemêrgê bi rêya walî û wezîfedarên mulkî yên îdarî re dixwazin parlamenterek ji destê Partiya Çepên Kesk derxin.
Tîryakî anî ziman ku encamên jimartina dengên Colemêrgê hemû di destên wan de hene û li pergala YSK’ê hatiye barkirin û got: “Encamên her sindoqek li Colemêrgê di destê me de hene. Di heman demê de ev encam li pergala YSK’ê ku bi partiyan re parve kiriye hatine barkirin. Ji vê kêliyê şûn ve her tiştek li Colemêrgê bê kirin, dizîkirina hilbijartinê ye. Em ji vir waliyê Colemêrgê, amirên mulkî hişyar dikin; hûn ne serokê AKP’a bajêr û nûnerên siyasî ne. Hûn nikarin li gorî serokê AKP’a bajêr, nûnerê bajêr ê partiyekî, wek karên siyasî tevbigerin. Em vê red dikin. Hûnê nikaribin bi ser bikevin.”
Tîryakî encamên sindoqên ku şaş hatine qeydkirin jî parve kir û ew li dijî van hemû sindoqên ku rayên Partiya Çepên Kesk lê hatine dizîn û şaş hatine qeydkirin îtîrazan dikin. Tîryakî got di encama îtîrazên wan de li gelek deveran ew encam hatine rastkirin. Tîryakî da zanîn ku ew ê li ber dek û dolaban û dizîkirina dengan rabin û li ber xwe bidin.